Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo karibin biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo karibin biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş jî bi heman daxwazê serlêdan kirin.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê hefteyê du caran serlêdanê dikin, lê belê nikarin bersivê werbigirin.

Di nava 12 salên dawî de parêzeran tenê 5 caran karîbûn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin. Hevdîtina dawî ya parêzeran jî di 7'ê Tebaxa 2019'an de pêk hat.