‘Li Zanîngeha Mûnzûrê qirkirina çandî tê kirin’
Meclîsa Elewiyan a Pîran a FEDA'yê got, "Zanîngeha Mûnzûrê ne navendeke ku lê perwerdehiya zanistî tê dayîn, berovajî wê saziyeke wisa ye ku asîmîlasyon, înkar û qirkirina çandî lê tê meşandin."
Meclîsa Elewiyan a Pîran a FEDA'yê got, "Zanîngeha Mûnzûrê ne navendeke ku lê perwerdehiya zanistî tê dayîn, berovajî wê saziyeke wisa ye ku asîmîlasyon, înkar û qirkirina çandî lê tê meşandin."
Meclîsa Elewiyên Pîran a Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: "Ji nûçeyên hatine weşandin em hînbûn ku li kampusa Zanîngeha Mûnzûrê di bin navê 'Navenda Ciwanan a Hz. Elî, Navenda Ciwanan a Pêxember Fatma' û Qursa Qur'anê ya Ehl-î Beyt'a ku bi destûra Muftiyê Dêrsimê hat dayîn de cihên asîmîlasyonê hatine vekirin. Beriya her tiştî em vê zîhniyeta nehak qebûl nakin, bi tundî şermezar dikin."
Di daxuyaniyê ev tişt hat gotin, “Zanîngeha Mûnzûrê ne navendeke wisa ye ku perwerdehiya zanistî lê tê dayîn, saziyeke wisaye ku tijî fesadî ye û tê de asîmîlasyon, înkar û qirkirina çandî tê hînkirin.”