Li Zanîngeha Marmarayê êrîşê xwendekarên kurd kirin
Li Zanîngeha Marmarayê êrîşê xwendekarên kurd kirin
Li Zanîngeha Marmarayê êrîşê xwendekarên kurd kirin
Li kampusa navendî ya li Goztepeyê ya Zanîngeha Marmarayê komeke ulkucu êrîşê xwendekarên kurd kir. Di êrîşê de gelek xwendekarên kurd birîndar bûn û polîsan mudaxaleyê koma nîjadperestan nekir. Polîsan hinek xwendekarên kurd binçav kir.
Li Fakulteya Ragîhandinê ya Zanîngeha Marmarayê di rojên borî de xwendekarên kurd rastî êrîşê hatibûn û piştî vê li Fakulteya perwerdehiyê ya Marmarayê ciwanên kurd rastî êrîşa komên ulkucu ya bi sator hatin. Di êrîşên pêk hatin de birîndarî çênebûn. Lê rê li ber gengeşiyê vekir. tu kesî mudaxaleyê êrîşkaran nekir. Xwendekarên kurd yên dema bi hevalên xwe re j kampusê derdiketin rastî êrîşa gaza îsotê ya polîsan hatin. Polîsên mudaxaleyê koma ulkucyan nekir, xwendekar dan ber ulkucyan û xwendekar carek din rastî êrîşê hatin. Di êrîşa duyemîn de gelek xwendekar birîndar bûn û gelek hatin binçavkirin.