Li Tekîrdagê 8 girtî di greva birçîbûnê de ne
Li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Tekîrdagê, ku kiryarên li dijî mirovahiyê gihîştiye asta herî bilind, ji girtiyên ku "ewlehiya jiyana wan nîne" 8 girtî di greva birçîbûnê de ne.
Li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Tekîrdagê, ku kiryarên li dijî mirovahiyê gihîştiye asta herî bilind, ji girtiyên ku "ewlehiya jiyana wan nîne" 8 girtî di greva birçîbûnê de ne.
Li Girtîgeha Hejmara 2 a Tekîrdagê piştî ku Vedat Erkmen 19'ê Kanûnê bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da, pênc girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Girtiyên siyasî Mehmet Suleyman Ûcakan, Tûrhan Îlbaş, Huseyîn Karadaş, Habîb Guler û Ahmet Arîf Yoyler diyar kirin ku jiyana wan ewle nîne û ragihandin ku 17'ê Çileyê dest bi greva birçîbûnê kirine.
Şahabetîn Ogut û du girtiyên din ên navê wan nehate hînbûn tevlî grevê bûn. Hejmara girtiyên ketine grevê gihîşt 8 kesan.
Girtî dixwazin dawî li binpêkirina mafên mirovan û kiryarên kêfî yên li girtîgehan bê anîn.
ji girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de ne Mehmet Suleyman Ûcakan bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û got, "Xwê, şekir û lîmon ku pêwîstiya me pê heye, nadin. Her carê yekê kêm didin."
Ûcakan anî ziman ku diavêjin ser koxûşan, bi rengekî tazî lêgerînê dikin û dest datînin ser alavên girtiyan.