Li Sydneyê li dijî tecrîda Îmralî greva birçîbûnê

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Sydney yê Avûstralyayê dijîn li dijî tecrîda Îmralî greva birçîbûnê dan destpêkirin.

Ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Sydneyê yê Avûstralyayê dijîn greva birçîbûnê dan destpêkirin.

Çalakiya greva birçîbûnê li Qada Custom House Cirqular Quay bi beşdarbûna dehan Kurdistanî û dostên wan dest pê kir.

‘HÊZA GELÊ KURD NECERIBÎNIN!’

Çalakgeran wiha gotin; “Bila tu kes hêza gelê Kurd neceribînin. Em ê tu caran tecrîda giran a li ser Rêber Apo qebûl nekin û em ê li dijî tecrîdê têbikoşin.”

Çalakgeran di daxuyaniyê de diyar kirin ku heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe wê çalakî bidomin û banga piştgiriyê li aliyên demokrasiyê hate kirin.