Li Sydneyê çalakiya Kobanê ya bi beşdariya 4 hezar kesî
Li Sydneyê çalakiya Kobanê ya bi beşdariya 4 hezar kesî
Li Sydneyê çalakiya Kobanê ya bi beşdariya 4 hezar kesî
Li bajarê Awusturalya Sydneyê bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê û bêdengiya raya giştî ya li hemberî Kobanê çalakiyeke greva birçîbûnê ya ku du rojan berdewam kir hat lidarxistin. Greva birçîbûnê îro bi mitîngekê bi dawî bû. Tevî sendîkaya alîkariyê û gelek sendîkayên din bi hezaran kes tevlî mitingê bûn. 4 hezar kesê tevlî çalakiyê bûn berxwedana Kobanê silav kirin.
Li bajarê Awustralya Sydneyê bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê û şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê çar hezar kes li hev kom bûn û mitîngek li dar xistin. Di çalakiyê de nûnerên gelek saziyên penaberan û dostên Kurdan amade bûn.
Her wiha di çalakiya greva birçîbûnê ya du rojan berdewam kir de ji bo hukûmeta Awustralya tavilê alîkarî ji hêzên YPG û YPJ’ê re bişîne, kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin. Di du rojan de 5 hezar îmze hatin berhevkirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Mala Kurdan a Sydneyê bi çalakiyek agahdarkirinê û şahiyekê bi dawî bû.

