Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

Li Stenbolê, bi boneya 15‘ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi sedan kes meşiyan. Di meşê de peyama “Divê di her warê jiyanê mirov zimanê Kurdî berbelav bike“ hat dayîn

Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) û Komeleya Lêkolînên Kurd, 15‘ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li navçeya Esenyûrt a Stenbolê bi meşekê pîroz kir. Ji xeynî Wekîla HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum bi sedan kes tev li meşê bûn. Gel li avahiya HDP’ê hat ba hev, li erbaneyan xist û govend girt. Di pîrozbahiyê de gelek kesan cil û bergên gelêrî li xwe kiribûn. Bênavber dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bê ziman jiyan nabe’’ û ‘’Bijî berxwedana zindanan’’ berz kirin. Gel piştî demekê bi pankartê ‘’Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê’’ nivîsandî ber bi qada Esenyûrtê ve meşiya. Dayik bi cil û bergên neteweyî û laçikên xwe yên spî tev li meşê bûn.

'DIVÊ ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ Û PERWERDEHIYÊ’

Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurd Remziye Aslan diyar kir ku 15‘ê Gulanê ji xeynî roja cejnê roja gera li mafê xwe ye jî. Alparslan, biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê yên li ser zimanê zikmakî bi bîr xist û got ku tevî ku biryar hene, hêzên hegemon zimanê zikmakî yê bi milyonan Kurdan ji xwe re kiriye armanc. Bi domdarî Alparslan wiha got: “Kurd hema bibêje sed sal in ji bo zimanê xwe yê zikmakî têdikoşin. Gelê Kurd bi salan e hewil dide ziman û çanda xwe zindî bihêle. Tekoşîna ziman û nasnameyê ya Celadet û hevalên xwe 15‘ê Gulana 1932‘yan pêşengiya wê kiriye îro jî berdewam e. Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê.“

‘EM Ê ZIMANÊ XWE YÊ QEDÎM ZINDÎ BIHÊLIN’

Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurd Eyup Sûbaşi bi lêv kir ku têkoşîna Kurdan a ji bo zimanê xwe şoreş e û ev tişt gotin: ‘’Ev şoreş ji şoreşên li cîhanê pir pir giringtir e. Ev şoreş, şoreşa ziman û çandê ye. Heta ku statuyek ji zimanê Kurdî re çêbibe, bibe zimanê perwerdeyê, em ê li vê têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê vî zimanê qedîm zindî bihêlin. Zimanê me ji dest biçe wê pêşeroja me jî ji dest biçe. Lewma, divê di serî de gelê me, hemû sazî û destgehên me di her warê jiyana xwe de bi kar biînin.’’

'ÎNGILIZÎ Û GELEK ZIMANÊN DIN SERBEST IN LÊ KURDÎ QEDEXE YE’

Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Ferhat Encu jî îşaret bi polîtîkayên bişaftinê kir û wiha axivî: ‘’Rexmê hemû qedexe û astengiyan vî gelî dest ji parastina zimanê xwe berneda. Îro desthilatdarî zimanê 30 milyon Kurdan qedexe dike, lê Îngilizî û gelek zimanên din serbest dihêle. Vê ji ber dijminatiya bi Kurdan re dike. Ev gel bi zimanê xwe dihê naskirin. Ez li vir bang a li gelê me dikim; em xwedîtiyê li zimanê xwe bikin. Zimanê me hebûna me û nasnameya me ye.’’