Li Stenbolê çalakiya ‘Ji bo Kobanê korîdor’
Li Stenbolê çalakiya ‘Ji bo Kobanê korîdor’
Li Stenbolê çalakiya ‘Ji bo Kobanê korîdor’
Di pêşengiya ‘Piştevaniya Stenbol Kobanê’ bi sedan kes ji Beyoglu Tunel ber bi Qada Galatasaray meşiyan. Çalakgeran xwestin tavilê Kobanê korîdora alîkariyê bê vekirin.
Li Stenbolê bi banga Piştevaniya Stenbol Kobanê rêxistinên girseya demokratîk ji bo ji Kobanê re korîdora alîkariyê bê vekirin ji Tunelê heta Qada Galatasaray meşiyan.
Parlamenterê Agirî yê HDP’ê Halîl Aksoy, Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Stenbolê Emrullah Bîngul, Hunermend Ferhat Tunç, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Berdevkê Weqfa 78’an Celalettîn Can ku di refên pêş ên meşê de cih girtin. Gelek sendîka û rêxistinên sosyalîst ên wek, BDSP, DÎP, Kaldiraç, Devrîmcî Proletarya, ODP, Halkevlerî jî piştgirî dan çalakiyê.
Di meşê de pankartên, “Dawî li pişgiriya ji DAIŞ re bînin… Bila korîdora alîkariyê ji bo Kobanê bê vekirin” û dowîzên , “Dawî li hevkariya DAIŞ bînin”, “T.C. DAIŞ mil bi mil qetil dikin”, "Her tu bêdeng bimînê wê dor bê te”, “ Ji herêma tampon re na, bila ji bo Kobanê korîdor bê vekirin” hatin hildan.
Di meşê de dirûşmayên, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Qatil DAIŞ hevkar AKP”, “Jin li vir in li cem Kobanê ne”, “Kobanê rûmeta me ye, em ê biparêzin”, “Wê hovîtî winda bike Kobanê qezenc bike” hatin gotin.
Li Qada Galatasaray a ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin ji bo şervanên YPG û YPJ’ê yên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin pêk hat. Paşê Berdevkê Platforma Şaxên KESK’ê Hidir Dogan daxuyaniya li ser navê Piştevaniya Stenbol Kobanê xwend.
EM Ê BÊDENG NEMÎNIN TEMAŞE NEKIN
Dogan got ku li hember êrîşên çeteyên DAIŞ ên hov gelê Kobanê 26 roj in di bin dorpêç û ambargoyê de berxwedaneke destanî didomîne.
Dogan got, “Ya ji me tê xwestin ev e ku li hember Kobanêya di bin dorpêçê de bêdeng bimînin û li benda dora xwe bin. Bila bê zanîn; em ê bêdeng nemînin, temaşe nekin, em ê ne li bendê bin ku dora me bê.”