Li Sîdneyê ji bo PKK'ê standa îmzeyan hate danîn
Li bajarê Sîdney ê Awûstralyayê, ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' yên Yekîtiya Ewropa û DYE'yê bê derxisitn, standa îmzeyan hate danîn.
Li bajarê Sîdney ê Awûstralyayê, ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' yên Yekîtiya Ewropa û DYE'yê bê derxisitn, standa îmzeyan hate danîn.
Li Sîdneyê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bê derxistin, standa îmzeyan hate danîn.
Ji aliyekî ve îmze hatin komkirin, li aliyê din êrişên dewleta Tirk ên dagirker hatin şermezarkirin.
Bi navê çalakgeran daxuyaniyek hate dayin û işaret bi berxwedana li çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrişan tê meşandin hate kirin.
Di daxuyaniyê de her wiha nerazîbûn ji bêdengiya hikumeta Awûstralyayê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk hate nîşandan.