Li Rûsyayê protesto: Kurd wê xwedî li Rêberê xwe derkevin
Kurdên li herêma Saratov a Rûsyayê gotin, "Em ê xwedî li Rêberê xwe derkevin" û komploya navneteweyî şermezar kirin.
Kurdên li herêma Saratov a Rûsyayê gotin, "Em ê xwedî li Rêberê xwe derkevin" û komploya navneteweyî şermezar kirin.
Kurdên li bajarê Saratovê yê Rûsyayê, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, civînek li dar xistin.
Civîn li Navenda Çanda Kurd a Yerşovê pêk hat. Hevserokê Meclîsê Mîrza Alî Yûsûbov, endamê Komîteya Çandê Ahmed Bakîr, Endamê Meclîsê Mele Ramazan, Şêx Adî û Mûstafa Bakîr di civînê de axivîn û diyar kirin ku Abdullah Ocalan komplo pûç kiriye.
Di civînê de berxwedana gerîla hate silavkirin û hate gotin, "Kurd wê ji 7 heta 70 salî xwedî li Rêbertî derkevin."