Li pêşiya Parlamenta Eyaleta Victoriyayê çalakiya li dijî komploya 15'ê Sibatê

Li bajarê Melbourne yê Awûstralyayê, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Kurdên li bajarê Melbourneyê, li pêşiya Parlamenta Eyaleta Victoriayê li hev civiyan û komploya 15'ê Sibatê ku bû sedema dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din şermezar kirin.

Di mîtîngê de ya li pêşiya parlamentê işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û hate xwestin ku Ocalan tavilê azad bibe.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, ku Abdullah Ocalan bi projeya xwe ya konfederalîzma demokratîk bûye hêviya mirovahiya pêşverû û bang hate kirin ku PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bê derxistin.