Li Mûsilê 6 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin
Li Mûsilê di êrişeke hewayî ya artêşa Iraqê de 6 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin.
Li Mûsilê di êrişeke hewayî ya artêşa Iraqê de 6 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin.
Berdevkê Artêşa Iraqê Yehya Resûl derbarê operasyonên dijî DAÎŞ'ê de agahî belav kir.
Yehya Resûl li ser twîtterê peyamek da û ev agahî parve kir: "Li nêzî gundê Şêx Yunis ê ser bi Mûsilê, 6 çeteyên DAIŞ’ê yên ku hatin tespîtkirin, ji aliyê hêzên hewayî ve hatin kuştin."
Serê sibehê jî berdevkê Polîsan ê Kerkûkê Amir Nûrî ragihandibû ku çeteyên DAÎŞ'ê li navçeya Riyadê ya Kerkûkê êrişî bendeke çavdêriyê ya polîsên federal kirin û di encamê de 2 polîsan jiyana xwe ji dest dan, yek jî birîndar bû.