Li Mêrsînê operasyona qirkirina siyasî
Li Mêrsînê di serdegirtina malan de gelek kes hatin destgîrkirin.
Li Mêrsînê di serdegirtina malan de gelek kes hatin destgîrkirin.
Li Mêrsînê di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê bi îdiaya “amadekariyên çalakiyê dikin” daye destpêkirin de derbarê 52 kesan biryara destgîrkirinê hat dayîn. Ji ber vê yekê polîsa di destê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de polîsan deriyên gelek malan şikandin û mal ser û bin kirin û tiştên malê belav kirin. Polîsan di serdegirtinên malan de gelek kes destgîr kirin.
Hate diyarkirin kesên hatine destgîrkirin birine Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê.