BI DÎMEN

Li Mannheîmê standa NA hate vekirin

Ji aliyê Patforma NA ya Mannheîmê ve li navenda bajêr stand hate vekirin.

 

 

Li bajarê Mannheîm a Elmanyayê ji bo referandûma  16’ê Nîsanê, ji aliyê Platforma NA ya Mannheîmê ve li Paradeplatzê a navenda bajêr, saet 15:00’an stand hate vekirin.

Di çerçoveya referandumê de ku çima bêjin ‘NA’ belavokên  bi zimanê Tirkî, Kurdî, Elmanî hate belavkirin.

Welatiyên Elman eleqeyek mezin nîşanî standa ku hatî vekirin da, her wiha belavok bi 3 zimanan hatin belavkirin.