Li Lînz û Dresdenê çalakiyên piştgiriyê ji bo grevên birçîbûnê

Çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Awûstûrya Linzê di roja 7 de didome, li bajarê Elmnaya Dresdenê ji bo balê bikişînin ser daxwazên berxwedêrên zindanan, çalakiyek hat lidarxistin.

LÎNZ

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dawî lê anîna binfêkirinên mafan û zextên li girtîgehan, bal kişandina ser grevên birçîbûnê û piştgirîdayîna grevan, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ya li bajarê Awûstrûya Lînzê di roja 7'an de ye.

Çalakiya ku li avahiya Komeleya Atolyeyê ya Aşitî û Piştgiriyê, gelê Kurd û dostên wan ên Awûstûryayî bi tenê nahêlin û piştgiriyê didin çalakgeran.

DRESDEN

Îro li bajarê Elmanya Dresdenê, bi hevkariya Meclîsa Jinan a UTA û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dresdenê li pêş avahiya Galeriya Altmarkt çalakiya kon hat lidarxistin.

Di çalakiya axaftina berxwedêrên girtiyan ên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê de, welatiyên Elmanyayê eleqeyek mezin nîşan dan.

Elmanên ku serdanan konan kirin diyar kirn ku referandûma ku di 16'ê Nîsanê de ji bo guhertina Destûra Bingehîn hatî kirin ne adîl bû û dijminahiya AKP'ê ya li dijî Kurdan naqede û wiha gotin: "Derketina dengê 'erê' ne bi adîl bû. Pêwîste em gelê Kurd fêm bikin û di vê mijarê de bi cidî nêzîk bibin."

Belavokên ku daxwazên girtiyên zindanan tîne ziman, hatin belavkirin û çalakî bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo', 'Bijî Berxwedana Zindanan' û 'Bê Serok Jiyan Nabe' bi dawî bû.