Li Licê 2 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Licê ya Amedê di serdegirtina malekê de du kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Licê ya Amedê di serdegirtina malekê de du kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, serdegirtin li gundikê Gezan ê taxa Çemê Elîkayê hate kirin.
Di serdegirtinên roja Duşemê de Mehmet Akalan û Hasîp Şîmşek hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê.