Li Krasnodarê komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin
Ciwanên Kurd ên li Krasnodara Rûsyayê komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin.
Ciwanên Kurd ên li Krasnodara Rûsyayê komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin.
Ciwanên Kurd ên li Krasnodara Rûsyayê li gundê Platnîrovskayayê kom bûn û komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.
Li ser navê Tevgera Ciwanan Tîtalê Îbrahîm û Rustemê Cemşîd axivîn û diyar kirin ku armanca komployê ev bû ku gelê Kurd û tevgera Azadiyê bê Rêbertî bihêlin lê Rêbertiya gelê Kurd ev tişt zû dît û ev tişt pûç kir.
Ciwanan gotin “Em ê li dora Rêbertiya xwe bibin xeleqeke ji agir. Heta ku Rêber Apo azad nebe, tu Kurd wê azad nebin.”
Di çalakiyê de tecrîd hate şermezarkirin û peyama ‘Divê hemû ciwanên Kurd li her derê xwedî li Rêbertî derkevin û têkoşînê geş bikin’ hate dayîn.