Li Kopenhagê parêzerê Ocalan bi gel re civiya
Ji parêzerên Ocalan Dînç, bi Kurdistaniyên Kopenhagê re civiya û şertên li Îmraliyê vegot.
Ji parêzerên Ocalan Dînç, bi Kurdistaniyên Kopenhagê re civiya û şertên li Îmraliyê vegot.
Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Danîmarkayê bi tevlîbûna parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç, li paytext Kopenhagê civîna gel li dar xist. Di civînê de tecrîda 19 salan a li dijî Ocalan hate nirxandin.
Parêzer Dînç, piştî behsa dîroka komployê kir, têkîldarî êrîşên qirker ên li Bakurê Kurdistanê û girtina rojname, radyo û televîzyonan axivî û destnîşan kir ku ev berdewama komployê ne.
Dînç bal kişand ku dewleta Tirk û hêzên navneteweyî hewl didin ‘3’yemîn Şerê Cîhanê’ bidin der, diyar kir ku merheleya yekem jî li dijî Kurdan plan dikin.
‘DIVÊ SÎSTEMA ÎMRALIYÊ BÊ PARÇEKIRIN’
Dînç bi bîr xist bi çalakiyên gel ve hevdîtina dawî ya bi Ocalan re pêk hatiye, anî ziman ku tevî vê jî dîsa sîstema tecrîdê dewam kiriye. Dînç got; “Hevdîtinek nayê wateya bidawîbûna tecrîdê. Heta sîstema Îmraliyê neyê parçekirin, wê êşkence û tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe.”
Dînç destnîşan kir ku 19 sal in Ocalan ji mafê xwe yên mirovî mahrûm e, wiha dewam kir; “Her girtiyek xwedî hin mafên xwezayî ne mîna derketina derve, rojname, televîzyon, telefon, hevdîtina malbatê, bi girtiyên din re jiyan û hevdîtin, dîtina parêzerên xwe. Lê Ocalan ji tevahiyan mehrûm e. 1990’î de Girava Îmraliyê bi temamî bû herêmek qedexekirî û tevahî sivîlên li Îmraliyê ji wir hatin dûrxistin. Heta 2009’an jî Rêbertî bi temamî tenê hatibû hiştin û di odeyek 12 metrekare de 22-23 saetên xwe derbas dikir. Ji ber bi dîwarên 6-7 metre hatiye dorpêçkirin, bi lempeyan tê ronîkirin.”
Parêzer Mazlûm Dînç der bir ku tevî şerên zor û zehmet jî Ocalan komplo pûç kiriye, destnîşan kir ku Kurd û gelên din bi têkoşînek hevpar wê bikaribin li Rojhilata Navîn sîstemek demokratîk damezirînin.