Li Kolnê starta xebatên hilbijartê hat dayîn
HDP'yiyên li Kolnê dijîn, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê li hev kom bûn. Di civînê de nexşeya rê hat diyarkirin û bang li her kesî hat kirin ku beşdarî xebatên hilbijartinê bibin.
HDP'yiyên li Kolnê dijîn, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê li hev kom bûn. Di civînê de nexşeya rê hat diyarkirin û bang li her kesî hat kirin ku beşdarî xebatên hilbijartinê bibin.
HDP'yiyên li Kolnê dijîn, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê li hev kom bûn. Di civînê de nexşeya rê hat diyarkirin û bang li her kesî hat kirin ku beşdarî xebatên hilbijartinê bibin.
Bi nêzîkbûna dengdana li Ewropayê re, ku di 8'ê Cotmehê de destpê dike, HDP'yiyên li Ewropayê lez dan xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên pêşwext. HDP a ku li Kolnê jî encama dixwest bi dest nexist, ji bo di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî heman encamê bi dest nexe, xebateke bêhtir bi koordîne dimeşîne û komîsyonên taxan ava dike.
Endamên Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Kolnê li bajarê Elmanya Kolnê kom bûn û ji bo diyarkirina nexşeya rê civîna xwe ya destpêkê lidar xistin. Di civînê de Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê, endamên Tevgera Jinê û Yekîtiya Hêzê amade bûn. Di civînê de Giştînameya Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropa ya HDP'ê hat xwendin û hemû endaman li ser neşxeya rê ya xebatên werin meşandin, nêrînên xwe anîn ziman.
Bi taybetî bal hat kişandin ser kêmasiyên di hlibijartinên 7'ê Hezîranê de rû dan û hat destnîşankirin, ku ji bo dengdayîna di 8'ê Cotmehê de destpê bike divê propaganda û xebateke bi dîsîplîn were meşandin. Endaman gotin, "Ji ber ku demeke kurt ji 8'ê Cotmehê re maye, divê em karibin hemû derdoran tevlî xebatên hilbijartinê bikin."
CAN: EM Ê GIRANIYÊ BIDIN SER CIWANAN
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê Îmam Can der barê xebatên xwe yên bi endamên Yekîtiya Hêzê re li Kolnê dimeşînin û dengdayîna di 8'ê Cotmehê de destpê bike de, agahî da ANF'ê.
Can got, "Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji aliyê agahdarkirina gel û birin û anîna ser sindoqan, kêmasiyên me derketin holê. Ji bo ev pirsgirêk di vê hilbijartinê de rû nedin, em ê hemû kedeke mezin bidin. Divê em bi taybetî li ser bixebitin bê çima ciwanan di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de eleqe nîşanî sindoqan nedane. Di vê hilbijartinê de em ê bi taybetî giraniyê bidin ser ciwanan. Hem ji aliyê xebatê ve hem jî ji aliyê çûyîna ser sindoqan û dengdayînê ve em ê wan teşwîq bikin."
ROJA DAWÎ 10'Ê ÎLONÊ YE
Can bibîr xist ku ji bo çêkirina qeydê roja dawî 10'ê Îlonê ye û bang li her kesî kir ku qeyda xwe çêbikin. Can got, "Niha lîsteyên hilbêran hatine daliqandin. Gelê me yê li derveyî welat dijî dikare di malpera înternetê ya https://secmen.ysk.gov.tr/ysk/secmenBilgiYurtdisi.jsp lê binêre bê qeydkirî ne yan na. Eger qeydkirî be wê li wir nav û paşnav derkeve. Eger ne qeydkirî be divê tavilê li konsolosxaneya herî nêz were qeydkirin. Roja dawî 10'ê Îlonê ye. Yên ku heta 10'ê Îlonê qeyda xwe çênekiribe, wê nikaribe dengê xwe bi kar bîne."
Can da xuyakirin ku çarçoveya xebatên xwe de ew ê rû bi rû bi hilbijêran re diyalogê deynin û ji her kesî deng bixwazin."