Li Kobanê çeteyek hat kuştin

Li Kobanê çeteyek hat kuştin

Li gundê Mehmûdiyê ya ku 35 km dikeve rojhilatê Kobanê şer û pevçûn di navbera YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de derket, encamê de çeteyek hat kuştin û gelek çete jî birîndar bûn.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku, çeteyên DAIŞ’ê yên êrîş birin ser gundê Mehmûdiyê rastî bersiva  Yekineyên Parastina Gel YPG’e hatin, di encamê de çeteyek hat kuştin û gelek çete jî birindarî bûn.

Navenda Çapemeniya YPG’ê şerê ku li gundê Mehmûdiyê yê girêdayî Kobanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Li gorî daxuyaniya YPG’ê ya ku di malpera fermî de hatiye weşandin wiha tê gotin: “Duh komên çete hewl dan di seata 09.00’ê sibehê êrîşî gundê Mehmûdiyê ya ku dikevê 35 km rojhilatî Kobanê, yekîneyên me li hember van êrîşan bersiv dan komên çete û şer navbera yekîneyên me û komên çete derket di encama şer de çeteyek hata kuştin,  hejmarek birîndar bûn û çete vekişiyan.”