Li Îzmîrê faşîstan êrîşî xwendekarên Kurd kir

Li Îzmîrê faşîstan êrîşî xwendekarên Kurd kir

Li Îzmîrê sê xwendekarên Kurd li metroyê rastî êrîşa faşîstan hatin. Komek ya 40 kesî li rawestgeha metro Bornovayê êrîşî 3 xwendekarên Kurd ên Zanîngeha Egeyê kirin.

Xwendekarên Kurd dema li rawestgeha Bornova metroyê dirawestiyan rastî êrîşa faşîstan hatin. Di êrîşê de xwendekarên Kurd lêdan xwarin û hate diyarkirin ku, tu kesê bertek nîşan neda û li bûyerê mêze dikirin.

Hate hînbûn ku, piştî polîs hatin cihê bûyerê xwendekar rakirin nexweşxaneyê. Hate ragihandin ku, hinek kesên di koma êrîşkar de rûyê wan girtî bûn û di destê wan de dar û kêr hebûn. Hate hînbûn ku, ji xwendekaran rewşa 2’an nebaşe. Tê diyarkirin ku, 2 xwendekarên rakirine Serwîsa Lezgîn ya Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Egeyê, serê wan durîne û difnên wan jî şikandine.