Li Iraqê şerê serokkomarî û hikumeta nû
Li Başûrê Kurdistanê di navbera PDK’ê û YNK’ê de şerê li ser serokkomariyê, li aliyên din jî li Iraqê şerê li ser avakirina nû ya hikumetê didome.
Li Başûrê Kurdistanê di navbera PDK’ê û YNK’ê de şerê li ser serokkomariyê, li aliyên din jî li Iraqê şerê li ser avakirina nû ya hikumetê didome.
Li Başûrê Kurdistan û Iraqê li gel rewşa aloziyên siyasî, dîsa rewşa hejar a civîk û nebûna xizmetguzariyê şerê desthilatê ya aliyên Kurd û Ereban di rojevê de ye.
Di rewşeke wiha de hilbijartin pêk hat û niha hemû çav li ser wê yekê ye bê ka wê serokkomar kî be û dîsa kîjan alî hikûmetê ava bike. Şereke geş û xurt di nava aliyan de bi hemû aliyên xwe yên qirêj didome.
Li gorî biryara herî dawî hatî girtin 7’ê Sibatê wê parlementoya Iraqê bicive û ji bo serokkomariyê deng bide. Heta niha ji bo serokkomariyê 25 kesan xwe namzet diyar kiriye, lê şerê germ di navbera Yekîtiya Nîştîman Kurdistan (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de ye.
ŞERÊ YNK Û PDK LI SER SEROKKOMARIYÊ
Li gorî destûra Iraqê erka serokkomariyê para Kurdan û li nava Kurdan jî para YNK’ê ye. Di vê çarçoveyê de YNK’ê ji bo vê postê Serokkomarê berê Dr. Berhem Salih diyar kiriye. Li ber vê yekê jî PDK’ê Hoşyar Zêbarî ku ji ber gendelî û diziye navê wî derketiye nîşan daye. Li ser vê rewşê di navbera YNK-PDK’ê de li ser vê postê lîstik û pîlanên qirêj ên li ber hev tên kirin ku kîjan alî vê ekrê bidest xwe ve bîne.
LI GORÎ DESTÛRÊ NAMZETIAY ZÊBARÎ NE PÊKAN E
Her çendî li gorî destûrê nabe ku Hoşyar Zêbarî bibe namzet. Li gorî destûra Iraqê kesê ji bo namzetiya serokkomariyê xwe nîşan bide divê xwedî nasnameyek pak be û ti sûcek li ser nebe. Tevî vê jî PDK di nîşandana namzetiya Hoşyar Zêbarî de israr dike.
‘DENG NEDIN HOŞYAR ZÊBARÎ’
Yek ji tevgera herî xurt a Iraqê Tevgera Sadir ku serkêşiya wê Mûteda El Sadir dike li ser mijara namzetiya Hoşyar Zêbarî peyamek dabû û gotibû: “Eger namzetê PDK’ê yê hevpeymanê me, ne xwediyê şertên Serokomariyê be, ez daxwaz ji parlemanterên reformxwaz dikim deng nedin wî.”
LÊGERÎNÊN JI BO AVAKIRINA HIKÛMETA NÛ
Li aliyê din demek dirêj e di nava aliyên Şîa û Sûne de li Iraqê di nava aliyan de rêze civîn û dîsa heta aliyên Kurdî jî hevdîtinan dikin ku li gorî aliyên zêde bibin xwedî deng ku bikarin hikûmeta nû ava bikin, civîn tên kirin. Heta niha ji bo hikûmeta nû bê avakirin encamek zelal derneketiye. Li ser hev alî daxuyaniyan didin.
SADIR DANÛSTANDIN DAWÎ KIR Û TEVLÎ HILBIJARTINA PARLEMENTOYÊ NABE
Herî dawî Serokê Koma Sedir li Parlementoya Iraqê Hesen Ezarî di civînek çapemeniyê de got, bi fermana Rêberê Tevgera Sedir Muqteda El Sedir, Koma Sedir biryar da danûstandinên li gel hemû aliyên siyasî yên ji bo pêkanîna hikûmeta nû werin rawestandin. Her wiha biryar da tevlî civîna parlementoyê ya ji bo hilbijartina serokkomar nebin.
BI TEVLÎNEBÛNA SADIR RE, DENGÊ NAMZETÊ SEROKKOMARYÊ YÊ PDK’Ê ZÊBARÎ LEWAZ DIBE
Ji beriya niha Tevgera Sedir, PDK’ê û aliyên Sune hevpeymaniyek ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê pêkanîbûn. Lê bi boykotkirina koma Sedir ya civîna parlementoyê re ku xwediyê 73 kursiyane, wê şansê qezençkirina namzetê PDK’ê yê ji bo serokkomariyê lewaz bibe.
SEROKKOMARÊ BÊ HILBIJARTIN DIVÊ NEKEVE BIN TI ZEXTÊN SIYASÎ Û HÎZBÎ
Li aliyê din jî Serokê Tevgera Hikme ya Nîştîmanî Emar Hekîm di merasîma roja şehîdên Iraqê de axivî. Hekîm helwesta xwe ya li ser hilbijartina serokkomar û serokwezîrê nû yê Iraqê eşkere kir.
Emar Hekîm destnîşan kir ew piştgiriyê didin her namzetek li gorî bernameya hikûmî û medenî kar bikin. Her wiha diyar kir ku daxwaz dikin serokkomarê ku were hilbijartin bikare biryaran bide û desturê li dûrî zextên siyasî û hizbî bi cih bîne.
SEROKWEZÎR NEKEVE BIN ZEXTA SIYASÎ Û BI ERKÊN XWE RABIN
Li ser posta serokkwezîrtiyê jî Emar Hekîm got, ew dixwazin serokwezîrek wisan were hilbijartin ku bikare dûrî zextên aliyên siyasî bernameya hikûmî bi cih bîne û berpirsyartiyê bigre ser xwe.
SEROKKOMAR Û HIKÛMETA NÛ DIVÊ BALA WE BIDE SER SERBIXWEYIYA NÎŞTÎMANÎ Û GARANTIYA CIVAKÎ
Li ser van geşedanan Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih derbarê rewşa niha ya Iraqê peyamek belav kir. Salih got ku pêwîste aliyên siyasî yên Iraqê bibin yek û dawî li vê qonaxê ku welat di nav de ye bînin. Salih dibêje, li gorî wî qonaxa bê ya serokkomar û hikûmeta nû, divê bala xwe bide ser biryara serbixwe ya nîştimanî û garantiya asayîşa civakê. Salih got: “Ji bo bersivdana vê qonaxê peyamek nû pêwîste, hebûna Iraqek bi rûmet tenê dikare bi yekrêziyê çêbibe.”
Di nava van hemû bûyer û pêşketinên li Başûrê Kurdistan û Iraqê, dîsa êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser sînorê Başûrê Kurdistan, Rojava, Şengal û Mexmûrê hevdîtineke balkêş û daxuyaniyek balkêş hate dayîn.
‘BARZANÎ HER ROJA DIÇE PIŞTEVANIYA XWE ÎSPAT DIKE’
Serokkomarê Tirk Tayîb Erdogan di vegera xwe ya ji Ukraynayê di balafirê de bersiva pirsên ajansa fermî ya dewletê da. Serokkomarê Tirk Erdogan li ser hevkariya PDK’ê ya li gel wan û dijmiya li Kurdan ev got: “Sekna Barzaniyan ya li Bakurê Iraqê pir pir cudaye. Helwesta wan niha zêdetir li gel Tirkiyeyê hevbeşe û di nava piştgiriyê de ye. Vêya jî her roja diçe zêdetir îspat dikin. Min dîtina herî dawî ya Barzanî de vêya zêdetir dît.”
ERDOGAN SPASIYA BARZANIYAN KIR KU ZÊDETIR HEVKAR DIBIN
Erdogan spasiya Barzaniyan kir û got: “Li Iraqê û Bakurê Iraqê helwesta Barzaniyan ji her demê zêdetir cûdatir e. Vê helwesta xwe niha zêdetir bi Tirkiyeyê re di nava hevbeşî û piştgiriyê de dikin. Di hatina vê dawiyê de min zêdetir vêya di wî de dît.” Li vir mebest qala serdana xwe û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li koşka Erdogan kirî, dike.
BI NIXMÛMANDÎ PIŞTEVANIYA NAMZETÊ PDK’Ê ZÊBARÎ KIR
Erdogan di dewama axaftina xwe ya derbarê hevdîtina li gel Barzanî jî bi awayeke sergirtî piştgiriya xwe ji namzetê PDK’ê re dide xuyakirin û wiha domand: “Nêçîrvan Barzanî li Bakurê Iraqê jî be em dikarin pêre behsa navenda Iraqê jî bikin û me behs jî kir. Wê bi hilbijartina serokkomariyê ya Iraqê re pêvajoyeke nû li Iraqê destpê bike.”
‘DOSTANIYA ME YA BI BARZANÎ RE CUDA YE’
Erdogan qala dostaniya xwe ya bi Nêçîrvan Barzanî kir û ev anî ziman: “Dostaniya me ya li gel Nêçîrvan Barzanî gelek gelek cudaye û hiqûqa navbera me de di asta herî jor de ye. Ew jî gotiye ew çawa bizivire wê ji bo gaza xwezayî tişta ji destê wî were bike. Çi bi rêveberiya navendî re be, çi jî bi yên pêwendîdar re be wê hevdîtinê bike.”
XELKÊ BAŞÛR BÊ GAZ E, BARZANÎ BI TIRKIYE RE LI SER GAZÊ LI HEV DIKIN
Balkêş e li Başûrê Kurdistanê demeke ji ber nebûna gaza xwezayî û dîsa sotemeniyê krîz hene. Cereke yê tûpa xwezayî ya xwarinê nayê peydakirin, dîsa ya heyî jî pir biha heta 15-25 dîrnarê Iraqî ye. Lê li aliyê din bazarê bi Tirkiye re tê kirin ku gaza xwezayî bê dayîna Tirkiye.
Li ser vê yekê Erdogan di civînê de qala gaza xwezayî ya ji Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî bê kir û got: “Înşallah wê li ser gaza xwezayî ya Iraqê jî lihevkirin çêbibin. Hem ew ê qezenc bikin hem em ê qezenc bikin.”