Li Iraqê biryarên boykotê
Li Iraqê piştî biryarên boykotê yên li pey hev hatin dayin û betalkirina namzetiya namzetê PDK'ê Hoşyar Zebarî, fikar hene ku hilbijartina serokkomariyê ya îro divê bê kirin, were taloqkirin.
Li Iraqê piştî biryarên boykotê yên li pey hev hatin dayin û betalkirina namzetiya namzetê PDK'ê Hoşyar Zebarî, fikar hene ku hilbijartina serokkomariyê ya îro divê bê kirin, were taloqkirin.
Tê payin ku hilbijartina serokkomariya Iraqê îro bê kirin. Lê belê piştî daxuyaniyên boykotê yên li pey hev hatin kirin, fikar hene ku du ji sê parên meclîsê nikaribe bicive. Ji bo hilbijartin bê kirin jî ji 329 wekîlan herî kêm divê ji sê paran du par amade bin.
Tevgera Lîderê Şîa Muqteda Sadr ku li parlamentê xwedî 73 kursiyan e û bû hêza sereke, diyar kir ku wê tevlî dengdanê nebe.
Ji tifaqên Sadr, Koalîsyona Serweriyê ya bi serkêşiya Serokê Parlamentê Mûhammed El Halbûsî ku 51 kursiyên xw ehene, êvara Yekşemê biryara boykotê dabû. Heman biryar ji aliyê PDK'ê ve jî hate dayin ku wê bi 31 wekîlan bê temsîlkirin.
Derdora Yekîtiya Kar jî ku ji partiyên alîgirê Îranê pêk tê, diyar kir ku divê rûniştina parlamentê bê kirin.
Bi vî rengî li aloziya siyasî ya ku ji hilbijartinên giştî û vir ve dewam dike yekan din zêde bû. Çar meh in hikumet nikare ava bibe.
Serokkomarî ku wezîfeya xwe bi giranî sembolîk e, bi rengekî kevneşop ji Kurdan re tê dayin. Lê belê PDK û YNK'ê namzetên cuda diyar kirin. PDK'ê Wezîrê Karên Derve yê berê Hoşyar Zebarî, YNK'ê jî Serokkomarê heyî Berhem Salih kir namzetê xwe.
Têkildarî namzetê PDK'ê sûcdariyên nelirêtiyê hene û ji ber vê yekê tevgera Sadr piştgiriya xwe ji Zebarî vekişand. Dadgeha Bilind a Iraqê jî diyar kir ku Zebarî şert û mercên pêwîst bi cih neaniye, bi taybetî jî bi bîr xist ku sala 2016'an ji ber sûcdariya nelirêtiyê ji wezîfeyê hatiye girtin.
Eger hilbijartinên Serokkomariyê karibe bê kirin, Serokkomarê nû divê di nava 15 rojan de serokkomarê bi koalîsyoneke berfireh bê diyarkirin, tayîn bike. Wezîfeya Serokwezîrtiyê jî bi giranî ji Şîa re tê dayin. Kesê ku ji bo vê wezîfeyê bê diyarkirin jî di nava mehekê de divê hikumetê ava bike.
TIFAQA SADR, PDK Û HALBÛSÎ
Tê payin ku ev pêvajo bi zor û zehmetî derbas bibe. Tevgera Sadr bi PDK'ê û avaniya Sûnî ya Halbûsî re tifaq kir û dibêje ku dixwaze 'hikumeta piranî ya neteweyî' ava bike. Sadr bi vî rengî ji konsensusa ku partiyên mezin parê jê digire derket. Hin analîst dibêjin ku Sadr hewl dide hevrikên xwe lawaz bike.
Zanyarê siyasetê Hamze Hadad ji AFP'ê re axivî û got, "Kes nizane li muxalefetê bimîne, her kes li ser wê disekine ku parekê ji pastayê werbigire." Bi vî rengî dibêje ku dibe ku koalîsyoneke berfireh bê ava kirin.