Li Hezex û Mersînê çalakiyên ji bo Kobanê
Li Hezex û Mersînê çalakiyên ji bo Kobanê
Li Hezex û Mersînê çalakiyên ji bo Kobanê
Çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Kobanê dewam dike. Li navçeya Şirnex Hezexê, gelê ku ev hefteyeke li ser piyane îro jî herikî kolanan. Li mMersînê jî aktîvîstên DOKH'ê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê şermezar kirin.
HEZEX
Li navçeya Şirnex Hezexê, gelê ku ev hefteyeke êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê protesto dike, vê êvarê jî daket kolanan. Zêdeyî deh hezar kes meşiyan. Girseya gel ku di nav de rêxistinên HDP û DBP'ê jî hebûn li Taxa Atakentê, piştî ku li qada Newrozê civiya bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê", "Ocalan", "Kurdistan wê ji DAIŞ'ê re bibe goristan" meşiya.
Girseya gel ku bi giranî ji jin û ciwanan pêk dihat, piştî hat Xaçerêya Parka Şaredariyê, ji aliyê bi dehan maşînên zirxî yên polîsan ve pêşî lê hat girtin. Piştî hevdîtina rêveberên HDP'ê ya bi polîsan re, maşînên zirxî yên polîsan ji qadê vekişiyan û zêdeyî deh hezar kes rêya herî qelebalix a navçeyê her du şerîdên Rêya Alanya li çûn û hatinê girt û meşa xwe dewam kir.
Di dema meşê de Êzidiyên Şengalî yên li mala mamosteyan dimînin bi şaneşîn û camên avahiya lê dimînin, bi çepik û tililiyan destek dan meşê. Girseya gel piştî meşa nîv saetê gihaşt Parka Aştî û li vir Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Omer Kaşak daxuyaniyek da. Kaşak êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê şermezar kir. Piştre di navbera komek ciwanan û polîsan de pevçûn derket. Tevahiya kolanên navenda navçeyê bi bendan hatine girtin.
MERSÎN
Aktîvîstên DOKH'ê ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê şermezar bikin, li ber YKM a li Navenda Bazarê ya Forûmê ya Mersînê hatin cem hev û meşek lidar xistin.
Di meşê de pankarta bi nivîsa "Berxwedana Kobanê berxwedana mirovahiyê ye. Kobanê têk biçe, mirovahiyê têk biçe" hat vekirin û dirûşmên "Jin şer naxwazin", "Kujer DAIŞ hevkar AKP", "Bijî Berxwedana Kobanê" hatin qîrîn. Ji ber ku polîsan xwestin pêşî li meşê bigirin, alozî derket. Jinan li dû aloziyê bendên polîsan derbas kirin û meşa xwe temam kirin. Li ser navê jinan aktîvîsta DOKH'ê Bedriye Bukte daxuyaniyek da.
Bukte ragihand ku DAIŞ dijminê mirovahiyê ye û êrîşên li hemberî Kobanê şermezar kir. Bukte destnîşan kir ku ew ê li her qadê li dijî DAIŞ'ê li ber xwe bidin. Bukte diyar kir ku DAIŞ wê li Kobanê tine bibe û xwest, korîdora ewlekariyê ya ji bo Kobanê tavilê bê vekirin.
MERSÎN:


HEZEX:

