Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn girtîbûna Yuksekdag ‘maqûl’ û ‘bi pîvan e’!

Dadgeha Destûra BingehÎn ya Tirk ji bo hevseroka giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a ku girtî ye, diyar kir vê dîlbûna wê ‘bi pîvan e’.

Hevseroka giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag di 26’ê Sibata 2021’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû.

 Dadgeha Destûra Bingehîn diyar kir ku di vê serdanê de ya derbarê binpêkirina azadî û ewlekariya kes de tu ‘binpêkirin’ tune.

Yuksekdag ji 4’ê Mijdara 2016’an de ji vê dozê tê darizandin û Dadgeha Destûra Bingehîn di dîlbûna wê de jî tu binpêkirin nedît û diyar kir ev dîlbûn ‘bi pîvan e’.

Dadgeha Destûra Bingehîn diyar kir ku dîlbûna 3 sal û mehekê ‘maqûl’ e!