‘Li Girtîgeha Bunyanê êşkence tê kirin’

Rêxistinên mafên mirovan çûn serdana Girtîgeha Tîpa T a Bunyanê û diyar kirin ku li girtîgehê êşkence tê kirin.

Çûkûrova TÛAY-DER, Şaxên ÎHD û OHD’ê yên Mêrsînê çûn serdana girtiyên di Girtîgeha Tîpa T a Bunyanê ya Kayseriyê de girtî ne.

Parêzer bi girtiyan re rûniştin û diyar kirin li ser girtiyan hejmartina li ser pêyan tê ferzkirin, dema ku girtî vî tiştî qebûl nakin jî gefa mirinê li wan tê xwarin û li girtiyan dixin.

Parêzeran bi Şaban Kaygûsûz re hevdîtinek kirin. Kaygûsûz ji sedî 90 berasteng e, destek û lingekî wî tune. Parêzeran diyar kirin ku Kaygûsûz ev tişt gotiye “Ji ber ku hejmartina li ser pêyan nayê qebûlkirin, bi darê zorê girtiyan radikin. Di meheke dawîn de her roj êrişî girtiyan dikin û hemû girtiyên di qawîşê de birîndar in. Vê sibehê saet di 09.00’an de jî li girtiyan dan. Di vê êrişê de li girtiyê bi navê Veysel Zengîn hate xistin û ji ber lêdanê Zengîn dilerize, vedirişe û ligel vî tiştî sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin.”

Parêzeran diyar kirin girtiyên din jî heman tişt gotine û diyar kirin ku heta niha herî kêm li 50 girtiyan cezayê dîsîplînê hatiye birîn, gardiyan di dema hejmartinê de dixwazin provokasyonê bikin û gardiyan him heqaretê li girtiyan dikin û him jî bi pehîn û kulman li girtiyan didin.

Parêzeran diyar kirin ji ber êşkenceyê girtiyê bi navê Fethûllah Hazar fitiq di zikê wî de çêbûye û jixwe roviyên Hazar li derve ye.

Parêzeran diyar kirin ligel ku wan çiqasî hewl dan, rêveberiyê nexwestiye wan bibîne û gardiyan jî li hemberî parêzeran bêhurmet tevgeriyane.