Li girtîgeha Bakirkoyê slavkirin tê cezakirin
Li girtîgehên Tirk ku her roj bi binpêkirina mafan tê rojevê vê carê jî slavkirin û hevhembêzkirin hate qedexekirin.
Li girtîgehên Tirk ku her roj bi binpêkirina mafan tê rojevê vê carê jî slavkirin û hevhembêzkirin hate qedexekirin.
Ji ber slavkirin û hevhembêzkirinê li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê lêpirsîn hate destpêkirin.
Derheqê girtî Ayten Anlaş, Dîlek Tataş, Elîf Yaş, Esra Soyaktaş, Gamze Nîhal Iyîdogan, Guneş Akan, Hatîce Duman, Hiyam Yolcu Akyol, Nurcan Demir, Serpîl Cabaan, Songul Dîlek, Zeynep Yeter û Zûhal Surucu, ku 28'ê Çile dema ku xizmên xwe dîtin, bi hinceta ku slav dane xizmên xwe û hev hembêz kirine lêpirsîna disîplînê li ser wan hate destpêkirin.
Rêveberiya girtîgehê lêpirsîna xwe sparta hinceta Covîd-19'ê.
Di lêpirsînê de gotinên 'hevslavkirin' û 'hevhembêzkirin' cih girt. Slavkirin, hevhembêzkirin û berteka li dijî êrîşa qerdiyan weke 'çalakî' hate qebûlkirin. Rêveberiya girtîgehê xwest ku girtî di nav 3 rojan de bi devkî û niviskî 'parastin'a xwe bikni, an na ev ê were maneya ku dev ji mafê xweparastinê qeriyane.