Li Fransa bîranîna gerîla
Li Fransa bîranîna gerîla
Li Fransa bîranîna gerîla

Girtiyê PKK’yî Yaşar Dere yê li Girtîgeha Şakran di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da û Mehmet Alkaya yê di sala 1999’an de li Çewlikê ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin li Nantes a Fransa hatin bîranîn. Metîn Aydin ê bi nasnav Welat Mûş ê di sala 2008’an de li Çewlikê jiyana xwe ji dest da li bajarê Rochefort ê Fransa bi merasîmekê hat bîranîn.
YAŞAR DERE Û MEHMET ALKAYA LI NANTES HATIN BÎRANÎN
Yaşar Dere yê PKK’yî yê berî niha bi 17 salan li Xerzanê di şerekî de birîndar hat girtin û cezayê muebetê lê hatibû birîn 1’ê Îlonê li girtîgehê krîza dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo Dere li bajarê Nantes ê Fransa merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Merasîm li Komeleya Çandê ya Kurd a Engîn Sîncer a li Nantes bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di merasîmê de dilsoziya Dere ya bi têkoşînê re hat vegotin û hat gotin ku hikûmeta AKP’ê bi zanebûn bi sedan girtiyên nexweş terkî mirinê kiriye û bi feraseta tolgirtinê nêz dibe.

Xizm û hevalên têkoşînê yên Dere jî bîranînên xwe yên bi Dere re parve kirin.
Di merasîmê de Mehmet Alkaya yê di sala 1999’an de ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin jî hat bîranîn.
Bîranîn bi dirûşmaya, “Şehîd namirin” bi dawî bû.
AYDIN Û TÊKÎN ÊN LI ÇEWLIKÊ JIYANA XWE JI DEST DAN JÎ HATIN BÎRANÎN

Metin Aydin bi nasnav Welat Mûş û Ercan Tekîn ên di sala 2008’an de li Çewlikê jiyana xwe ji dest dan li bajarê Rochefort ê Fransa bi merasîmekê hatin bîranîn. Malbatên xizmên wan di têkoşîna azadiyê de xizmên xwe winda kirine ji bajarên Bordeaux, Rochefort, La Rochelle û Poîtîers beşdarî bîranînê bûn. Her wiha welatparêzên Kurdistanî û Hevserokê KCD-E jî amade bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Sînevîzyona ku axaftinên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane têde cih digire hat temaşekirin, paşê malbatan girêdan û hestên xwe anîn ziman.
Hevserokê KCD-E Murat Ceylan ê pêvajoya siyasî nirxand diyar kir ku sedema êrîşên li dijî Kobanê armanckirina tevayî destkeftiyên gelê Kurd, azadî û pêşeroja gelê Kurd e.
Piştî axaftinan ji bo bîranîna Aydin û Tekîn xwarin hat dayîn. Di merasîmê de malbata Ferhat Aydin bi nasnav Rênas agahiya ku zarokê wan Rênas ê di sala 2012’an de beşdarî nav têkoşîna azadiyê bûye, li Rojava jiyana xwe ji dest daye wergirt.
