Li Enqereyê komeke nîjadperest û faşîst êrîşî xwendekaran kir

Komeke nîjadperest û faşîst li Kampusa Cebecî ya zanîngeha Enqereyê êrîşî xwendekarên muxalîf kir.

Koma faşîst a bi piştevaniya dewletê, li Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqereyê kom bûn û êrîşî xwendekarên muxalîf kirin ku dixwestin bikevin ezmûnan.

Êrîş derdora saet 10.30’an li derdora kampusê, di saetan 12.00’an de jî li cihê ketina zanîngehê pêk hat.

Xwendekarên ku rû bi rûyê êrîşê man, diyar kirin ku faşîstan gefa “Em ê nehêlin hûn bikevin dibistanê” û “Hûn ê nekevin ezmûnên xwe” li wan xwarine û piştre êrîş kirine.

Xwendekarên ku rû bi rûyê êrîşê man, ragihandin ku yên ku ewlehiya zanîngehê pêk tînin jî, êrîşî wan kirine.