Li Edeneyê ji bo 3 gerîlayan mewlûd hat dayîn
Li Edeneyê ji bo 3 gerîlayan mewlûd hat dayîn
Li Edeneyê ji bo 3 gerîlayan mewlûd hat dayîn
Li Edeneyê ji bo 3 gerîlayên HPG'ê ên di demên cûda de jiyana xwe ji dest dayîn mewlûd hat dayîn.
Li Bajaroka Mîsîs a Navçeya Yuregîra Edeneyê ji bo 3 gerîlayên HPG'ê Emine Saraç (Zeynep Botan), Renas Tekin (Egîd) û Mizgîn Tekîn (Doxtor Amara) ku di demên cûda de li Marînosa Katoya Elkê di şer de jiyana xwe ji dest dan mewlûd hat dayîn. Di mewlûdê de malbatên gerîlayên HPG'ê amade bûn.
Di mewlûdê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên gerîlayên HPG'ê, alên PKK û YPG'ê hatin vekirin. Mewlûdê bi rêzgirtinê dest pê kir. Girseya ku beşdarî mewlûdê bû siloganên "Şehîd namirin", "Bijî serok Apo" û "Bijî berxwedana YPG" qîr kirin.