Li Dîlokê di 10 salên dawî de 427 karker jiyana xwe ji dest dan

Li gorî Meclîsa ÎSÎG’ê li Dîlokê di nava 10 salên dawî de herî kêm 427 karkeran jiyana xwe ji dest dane.

Meclîsa Ewlehiya Tenduristiya Karkeran û Kar (ÎSÎG) têkildarî cînayetên kar ên di 10 salên dawî de li Dîlokê qewimîne raporek parve kir. Rapor bi navê “Cînayetên kar ên li Dîlokê hat weşandin. Di raporê de hat destnîşankirin ku karker bi her cure zext û mobbîngan re rû bi rû mane.

Li gorî raporê di sala 2013’an de li Dîlokê 29 karker, di 2014’an de 29 karker, di 2015’an de 33 karker, di 2016’an de 34 karker, di 2017’an de 34 karker, di 2018’an de 50 karker, di 2019’an de 49 karker, di 2020’an de 58 karker, di sala 2021’an de 55 karker, di sala 2022’an 41 karker û di 7 mehên ewil ên sala 2023’an de 15 karker jiyana xwe ji dest dane. Ji van karkeran 20 karker jin bûne. Di raporê de hat gotin ku herî zêde karker di karên înşeatê û rê de jiyana xwe dest dane.