Li dijî êrîşên bi ser HDP’ê de, li Mersînê banga têkoşîna hevpar
Hevserokê HDP’ê yê Mersînê Hoşyar Sariyildiz banga têkoşîna bi hevparî li dijî êrîşên bi ser HDP’ê de kir û got: ‘’Em serê xwe xwar nakin û em ê hesabê vê zilmê bixwazin.’’
Hevserokê HDP’ê yê Mersînê Hoşyar Sariyildiz banga têkoşîna bi hevparî li dijî êrîşên bi ser HDP’ê de kir û got: ‘’Em serê xwe xwar nakin û em ê hesabê vê zilmê bixwazin.’’
Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk a Mersînê, li ser êrîşa li dijî parlamenter Omer Ocalan ku tev li bibîranîna girtiyê nexweş Bazo Yilmaz ku di girtîgehê de hat qetilkirin bû û êrîşên bi ser avahiyên partiyê de li Parka Zarokên Azad daxuyanî da.
Di çalakiyê de pankartê li ser ‘’Dest ned evîna min, em ê êrîşa li avahiya me ya Edeneyê hatiye kirin şermezar dikin’’ nivîsandî hat vekirin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Alî Bozan, nûnerên Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Mersînê û gelek partiyî tev li daxuyaniyê bûn.
Hevserokê HDP’ê yê Mersînê Hoşyar Sariyildiz ku daxuyanî da, destnîşan kir ku li dijî êrîşên bi her awayî yên bi armanca qelskirina dînamîka mixelefetê û bêdengkirina gel ew serê xwe xwar nakin û wê hesabê vê zilmê bixwazin.
WÊ GILÎ BIKIN
Sariyildiz bang li Serokê Meclisa Tirk kir ku li dijî êrîşa bi ser Omer Ocalan de helwest nîşan bide û wiha axivî: ‘’Dest bi tu lêpirsînê neyê kirin, wê beyan bike ku hevkarê sûc e ku cendirmeyan kiriye. Em ê giliyê kesên sûcên hiqûqî kirine û berpirsan sûc dane kirin, bikin. Zû bi zû daxuyanî didin ku yên li Edeneyê êrîş biriye ser partiya me, ji aqilê xwe ne temam in da ku van êrîşan rewa bikin. Em baş dizanin ku kî ferman ji bo kirina van êrîşan daye.’’
Sariyildiz îşaret bi têkoşîna bi hevparî kir û piştî daxuyaniyê, girseyê dirûşmeyên ‘’Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin’’ û ‘’Omer Ocalan vîna me ye’’ berz kirin.