Li Danîmarkayê jî greva birçîbûnê dest pê kir
Kurdistaniyên li Danîmarkayê dijîn ji bo bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh li paytext Kopengahê greva birçîbûnê dabûn destpêkirin û çalakî didome.
Kurdistaniyên li Danîmarkayê dijîn ji bo bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh li paytext Kopengahê greva birçîbûnê dabûn destpêkirin û çalakî didome.
Kurdistaniyan li navenda Kopenhagê kon vedan û bi daxuyaniya çapemeniyê greva birçîbûnê ragihandin.
Daxuyaniya li ser navê rêxistinên civaka sivîl bi zimanê Danîmarkî û Îngilîzî ji aliyê Komîteya Rojava Natalîe ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd ya ji aliyê dewlet Tirk ve tê kirin ne li gorî yasayên dewleta Tirk û hiqûqa navneteweyî ye. Hate diyarkirin ku dewleta Tirk sûc dike. Li aliyê din bang li hikûmeta Danîmarka û Yekîtiya Ewropa hate kirin ku li dijî tecrîdê bêdeng nemînin û bang li CPT’yê jî hate kirin ku biçe Îmralî bi Ocalan re hevdîtinê bike.
Li ser navê Jinên Ciwan ên Azad jî daxuyanî hate dayîn û hate gotin ku heta Ocalan azad nebe û neyê berdan wê têkoşîna ciwanên Kurd bidome.
Di dema xwendina daxuyaniyan de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Jin jiyan azadî’ hatin berzkirin.
Kurdistaniyan li konê çalakiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd daliqandin, bi devkî û nivîskî kesên li derdor li dijî êrîşên dewleta Tirk û tecrîda li ser Ocalan agahdar kirin.