NÛ BÛ-Li Brukselê Êlek Zer daketin qadan: 100 kes hatin destgîrkirin

Li paytexta Belçîka Brûkselê bi sedan Êlek Zer dest bi meşê kirin, polîsan bi bombeyên gazê û Tomayan mudaxele kirin. Derdorî 100 kes hatin destgîrkirin.

Li ser bangên tevlîbûna meşê ya li ser tevnên civakî polîsên ku saetên sibê dor li saziyên Ewropî û semtên lê cih digirin girtin. Hinek stasyonên metro, tunel û rê jî hatin girtin.

Tevî vê tedbîrên polîsan jî bi sedan Êlek Zer daketin qadan. Li derdorî kolana Lambermotê şer di navbera polîs û çalakvanan de qewimî. Polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîş kir. Xwepêşander jî bi kevir û amûrên hişk avêtin polîsan.

Li nuqteyên cuda yên Brûkselê di sxwe pêşandanan de derdorî 100 kes hatin destgîrkirin.