Li Bazîd û Marmarîsê bihabûn hate protestokirin
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê û li navçeya Marmarîsêya Mûglayê pergala şelandinê ya desthilatdariya AKP û MHP’ê û bihabûn hate protestokirin.
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê û li navçeya Marmarîsêya Mûglayê pergala şelandinê ya desthilatdariya AKP û MHP’ê û bihabûn hate protestokirin.
BAZÎD
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, bi hezaran kes di serî de ceyranê bi armanca şermezarkirina bihabûnê derketin kolanan û meş li dar xistin. Li kolana Înegolê, bi dûrişmeya "Ev zilm e" , "Hikûmet îstifa" heta ber Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Arasê meşiyan û li vir çalakiya xwe bi çepik û dûrişmeyan berdawam kirin.
Ji ber şermezarkirinan, polîsan dora avahiya Aras EDAŞ'ê girt.
MARMARÎS
Platforma Êdî Bes e ya Marmarîsê li pêşiya Şîrketa Elektrîkê ya Aydemê kom bûn û bihabûna fatûreyên elektrîkê protesto kirin.
Li ser navê platformê Nejla Başaran daxuyanî da û got “Hê beriya ku em meaşê xwe bistînin, nîvê meaşê me diçe ji fatûreyan re. Esnaf ji kirêyan zêdetir fatûreya elektrîkê didin. Em naxwazin berdêla bêîstîkrariya siyasî û ekonomîk a welat bidin.”