Li Amedê dewleta Tirk hate protestokirin

Rêxistina HDP’ê ya Yenîşehîra Amedê êrişa dewleta Tirk a li ser Mexmûr, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kir.

Rêxistina Bajarê Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo protestokirina êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Mexmûr, Şengal û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê xwest li ber avahiya xwe ya li semta Ofîsê ya Yenîşehîrê daxuyaniyekê bide. Lê bêriya daxuyaniyê semta Ofîsê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. 

Polîsan têketin û derketina girseyi yê ji avahiyên partiyê asteng kirin. Li dijî vê yekê girseyê bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin. Her wiha girseyê astengkirina polîsan bi çalakiya rûniştinê protesto kirin. 

Ji aliyekî dinê ve jî Meclîsa Ciwanên HDP’ê astengkirin bi lêxistina tawe û qûşxaneyan protesto kirin. Her wiha gel jî piştgirî dan çalakiyê. Çalakî bi dirûşma “HDP gel e, gel li vir e” bi dawî bû.