Li Îzmîrê nobeda xizmên girtiyan dewam dike
Li Îzmîrê malbatên girtiyên nexweş, nobeda ji bo edaletê dewam kirin.
Li Îzmîrê malbatên girtiyên nexweş, nobeda ji bo edaletê dewam kirin.
Nobeda Edaletê ku ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya ye lê nayên berdan, li Îzmîrê di roja 137'an de ye.
Di çalakiyê de ku li ber Baroya Îzmîrê dewam dike, dirûşmên "Azadî ji girtiyên nexweş re", "Bijî berxwedana zindanan", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Na ji şer re, Aştî a niha" hatin qîrîn.
Di çalakiyê de dayika girtiyê nexweş Mehmet Nezîr Gumuş Hanîfe Gumuş axivî û got, "Li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş berdin, bila êdî li girtîgehê kes nemire. We bi hezaran ciwanên Kurd xistine girtîgehê. Ev zilm wê bigihêje ku derê? Em nikarin têkiliyê bi zarokên xwe re deynin. Gelo zarokê we bûna, we yê îdare bikira? Em pereyan dişînin ji zarokên xwe re, lê têrê nake."