Li Îzmîrê 6 rojnamevan hatin binçavkirin
Li Îzmîrê di serdegirtina malan de 5 nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê, JINNEWS û Gazete Dûvar, her wiha xebatkara çapemeniyê ya DEM Partiyê hatin binçavkirin.
Li Îzmîrê di serdegirtina malan de 5 nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê, JINNEWS û Gazete Dûvar, her wiha xebatkara çapemeniyê ya DEM Partiyê hatin binçavkirin.
Li Îzmîrê, polîsên Tirk serê sibehê êrîş birin ser rojnamevanan. Di serdegirtina malan de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Tûran, Delal Akyuz û Tolga Guney, nûçegihana JINNEWS'ê Melîke Aydin û nûçegihanê Gazete Dûvar Cîhan Başakçioglû hatin binçavkirin.
Di serdegirtinê de xebatkara çapemeniyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Fatma Fûnda Akbûlût jî hatin binçavkirin.
Sedema binçavkirinê nehate eşkerekirin. 6 kes birin Şaxê TEM'ê ya li Çankayayê. Li ser dosya wan jî ji bo 24 saetan qedexeya parêzeran hate danîn.