Hiqûqnas Feyzî Çelîk diyar kir ku yekane rêya têkbirina polîtîkayên tecrîdê, bilindkirina têkoşîna demokratîk e.
Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin dikeve sala 24'an. Polîtîkayên tecrîdê yên beriya 23 salan dest pê kirin di dema desthilatdariya AKP-MHP'ê girantir bûn.
Ji parêzerên Baroya Stenbolê Feyzî Çelîk ji ANF'ê re axivî û got, "Dikare bê gotin ku li dijî Ocalan hiqûqeke taybet tê meşandin. Tê dîtin ku bandora qanûnên bi rengekî taybet têne amadekirin ne tenê li ser Abdullah Ocalan nehey. Dibe sedema kiryarên antî demokratîk ên li dijî hiqûqê û li dijî Kurdan û her kesên daxwaza mafên herî biçûk ên demokratîk dikin, têne bikaranîn."
LI ÎMRALIYÊ AXAFTINA BI KURDÎ QEDEXE YE
Feyzî Çelîk diyar kir ku li dijî Abdullah Ocalan ji girtî û hikumxwarên cuda rêvebernameyeke veşartî rejîmeke cuda ya înfazê tê bikaranîn, serdanên parêzeran an jî xizmên wî têne astengkirin û got, "Li Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin ku bi xizm û parêzerên xwe re bi Tirkî biaxive. Bi vî rengî axaftina Abdullah Ocalan a bi Kurdî ya bi birayê xwe re hatiye qedexekirin. Li gorî vê rêvebernameyê, Ocalan ji mafê serdana sê kesên li derveyî xizmên xwe û axaftina bi telefonê bêpar hatiye hiştin. Ji bo betalkirina vê rêvebernameyê serî li Dadgeha Şêwirmendiyê hate dayin, lê belê dadgehê jî hiqûq binpê kir û serlêdan red kir."
ASTA CIHÊKARIYÊ GELEKÎ MEZIN
Feyzî Çelîk anî ziman ku dewlet bi rengekî ku li dijî destûra bingehîn û peymanên navneteweyî kiryarên xwe yên neheq û bêedalet dewam dike û got, "Dema ku mirov qedexeyên pratîkî yên li derveyî qanûn û rêvebernameyana jî dinirxînin hingî tê dîtin bê asta cihêkariyê çiqasî mezin e. Dewamkirian vê rewşê ku pêwendiya xwe bi pirsgirêka Kurd re heye, nêrîna dewletê radixe pêş çavan."
MAYINA LI BENDA MIRINÊ, ÊŞKENCE YE
Feyzî Çelîk bi bîr xist ku dema cezayê îdamê di qanûnan de hebû, diviyabû qanûn li meclîsê bihata pejirandin û got, "Dema ku destûr nedihate wergirtin hingî cezayê îdamê vediguherandin cezayê girtîgehê yê tevahiya temen. Yên ku heta demekê ceza dikişand bi şert dihatin berdan û ji vî mafî sûd werdigirt. Heta wê demê cezayekî bi navê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê di qanûnan de tune bû. Li gorî pîvana ku qanûn nabe li dijî mirovan bi paşve bê vegerandin, nepêkane ku ev guhertin li hemberî Ocalan û yên rewşa wan mîna wî ye bi cih bê anîn. Di bicihanîna ceza de nabe ku cihêkarî, nêzîkatiyên zalimane, li derveyî mirovahiyê, rûmetşikandinê bê nîşandan. Dema ku bi vî rengî were nirxandi, eger derfetê civakîbûna kes, mafê hêviyê, hêviya berdanê û jinûve nirxandinê tune be, hingî mayina li benda mirinê ji bilî êşkenceyê nayê ti wateyê."
NE JI BER SEDEMÊN HIQÛQÎ, LÊ JI BER SEDEMÊN SIYASÎ YE
Feyzî Çelîk destnîşan kir ku divê neyê jibîrkirin, mayindekirina tecrîda li ser Ocalan siyasî ye û wiha dewam kir, "Ocalan kesekî siyasî ye û di siyaseta giştî de xwedî asteke girîng e. Bi rêya tecrîdê pêşî lê tê girtin ku rola xwe pêk nayne. Li gel tecrîda giran jî ji girîngiya Ocalan tiştek kêm nebûye. Fikrên Ocalan tên zanîn. Ya herî girîng jî bêyî ku angajeyî kesî bibe 23 sal li Îmraliyê tijî kiriye. Ne malekî wî heye ne jî deynê kesî lê heye.
11 meh in bi ti awayî agahî jê nayê girtin, her wiha rayedarên wezaretê jî ti daxuyaniyê nadin. Di rewşeke wiha de nîşaneyên ji bo rakirina tecrîdê xuya nakin. Ji xwe ji bo Ocalan karibe bi rola xwe ya siyasî rabe, rakirina tecrîdê têrê nake. Divê mafên wî yên ewlekarî û azadiyê bêne misogerkirin. Tecrîda li ser Ocalan nabe ku bi tecrîda li ser civaka Kurd û hêzên demokratîk cuda bê nrixandin. Divê têkoşîna demokratîk bê xurtkirin."