Laçîn û Bekir ên 30 salan dîl hatin girtin ji girtîgehê derketin
Lokman Laçîn û Kamûran Reşît Bekir ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî 30 salan ji girtîgehê derketin.
Lokman Laçîn û Kamûran Reşît Bekir ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî 30 salan ji girtîgehê derketin.
Lokman Laçîn û Kamûran Reşît Bekir ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî 30 salên li girtîgehê îro ji Girtîgeha Bolû Ya TÎpa F'yê derketin. Malbatên girtiyan û Hevserokê MATÛHAYDER'ê Mehmet şafî Erol û rêveberên komeleyê her du girtiyan li ber girtîgehê pêşwazî kirin.
Kamûran Reşît Bekir piştî ji girtîgehê derket ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Îzzet Baysalê û paşê ji bo wî bişînin Navenda Paşveşandinê birin Midûriyeta Polîsan a Bolûyê.
Lokman Laçîn ku di 25'Ê Îlona 1993'yan de hat binçavkirin, piştî li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya "xerakirian yekîtî û yekpareyiya dewletê" cezayê hat birîn, hat girtin.