Kovara Newsweek vedigere kaxez!

Kovara Newsweek vedigere kaxez!

Kovara Newsweeka ku par weşana matbaa yê terk kirî, bi tenê dijîtal weşana xwe didomand, biryar da ku dîsan vegera kaxez.

Li gorî nûçeyekî di rojnameya New York Times di cih girtî de Kovara  Newsweek cardin vedigere weşana matbayê. Par kovarê biryar dabû êdî bi kaxez weşanê neke, tenê weşana wê li der dijîtalê mabû, Kovara Newsweek tenê karî vê biryarê salakê bi domîne.  Di demekê de kovekî bi nav û deng ya nûçeyan bû, di meha Çile de wê dîsan dest bi weşana kaxez bike.

Rêveberê Giştiyê Weşana  Newsweek Jim Impoco ji  NY Times re axîvî û da diyar kirin ku ew dixebetin ku bi firotina bayîyan malpera xwe ya gelek aboneyên wê heyî zindî bikin.

Newsweekê cara yekem di sala 1993’an de dest bi weşanê kir, di sala 2012’an de kovarê tenê bi şeklê dijîtal weşana xwe da berdewam kirin.