Komîsyon civîna xwe ya duyemîn lidar dixe

Civîna duyemîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê hatiye avakirin, destpê kir.

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclisê hate avakirin, ji bo lidarxistina civîna xwe ya duyemîn li Eywana Torenan a Meclisê civiya.

Di vê civînê de dê li Serokê Teşkîlata Îstîxbaratê a Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin, Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya û Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler were guhdarîkirin, dê pirs jê bên kirin û li bendê ye ku agahiyan parve bikin.  

Civîn, ji çapemeniya dîtbarî û nivîskî re girtî tê lidarxistin.

Di heman demê de girtekên civînê jî heta ku biryareke cuda tê dayin dê neyên aşkerakirin.