KOMAW'ê şehîdên Gulanê bibîr anî

KOMAW'ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got, "Em ê hewl bidin layiqî rûmeta hemû şehîdên şoreşê bin."

Saziya Malbatên Şehîdan, Mexdûran û Windayan a Kurdistanê (KOMAW) bi wesîleya meha şehîdan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em Tevgera Azadiya Kurdistanê 45'emîn salvegera şehadeta yek ji pêşengên xwe şoreşgerê enternasyonalîst Hakî Karer (18'ê Gulana 1977'an) bi bîr tînin. Salek şûnde di 18’ê Gulana 1978’an de hevrê Halîl Çavgûn li Hîlwanê şehîd bû. Paşê jî di heman rojê de li Zindana Amedê çalakiya mezin û şehadeta Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyîk û Mahmut Zengîn tê. Piştre ji pêşengên vê tevgerê Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bîlgîn ê li Qendîlê li ser rêya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê şehîd bûn.”

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin:

"Em dikarin behsa çend pêşengên şoreşger ên qehreman bikin ku di vê mehê de di dem û cihên cuda de şehîd bûne:

Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin), Rojbîn Serhat, Ekîn Ceren Dogruak, Uta Schneîderbanger, Şîrîn Elamhulî û 3 hevalên wan ên li Îranê, darvekirina Leyla Qasim li Iraqê, Kasim Engîn, di komkujiya Hewlêr de tevî Salih, Hêlîn û Ozan 34 Şehîdên pêşengên şoreşa Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya, Denîz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan.

Em van şehîdên leheng ên Kurdistan, Tirkiye û enternasyonalîst bi bîr tînin û careke din destnîşan dikin ku em ê li ser vî esasî bi bîranîna şehîdên şoreşê re bibin layiqê rûmeta hemû şehîdên şoreşê, em ê wan wekî rêberên xwe yên rast bibînin.

Her wiha em bang li gelê Kurdistanê yê welatparêz û dostên wan bi taybetî malbatên şehîdan dikin ku bibin şopdarên van kesayetên bi rûmet.”