Kesên li Stenbolê hatibûn destgîrkirin, dema wan a nezaretê hate dirêjkirin
12 kesên ku li Stenbolê hatibûn destgîrkirin, dema mayîna wan a nezaretê de 4 rojan hate dirêjkirin.
12 kesên ku li Stenbolê hatibûn destgîrkirin, dema mayîna wan a nezaretê de 4 rojan hate dirêjkirin.
Li Stenbolê di 14’ê Sibatê de 12 kes hatibûn destgîrkirin. Derbarê dosyeyê biryara nepeniyê hate dayîn û kesên hatin destgîrkirin wê 4 rojên din jî di nezaretê de bin.
Ev kes hatibûn destgîrkirin: Rêveberên HDP’a Esenyûrtê Taner Karadaş, Mûrat Tûrgût, Çayan Yilmaz, Metîn Bûrûkanli, Kiyasettîn Kûrt, Selamî Yaman, Abdûllah Arinan. Hevseroka MATÛHAYDER’ê Esîn Çelîk, rojnameger Vîldan Atmaca, Îsmaîl Çelîk, Îbrahîm Erol û Suleyman Erzengîn.