Koordînasyona Civaka Ezidî ya Ewropayê (KCÊ-E) têkildarê êrîşên PDK’ê li dijî neteweya Kurd got, “Kurdên azadîxwaz û bi taybetî civaka Êzidî, li dijî vê hişmendiya xiyanetkar û hevkar her tim bûye xwedî helwest û ji îro û pê ve jî dê bêhtir bi biryarî li ber xwe bide û têbikoşe.” Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê bi daxuyaniyek nivîskî nerazîbûna xwe li dijî hevkariya PDK’ê ya bi rejîma mêtînger û dagirker anîn ziman û got, “Pergala mêtîngeriyê li Kurdistanê hebûna xwe li ser hevkarên herêmî ji nû ve pêk tîne.”
Di berdewamiya daxuyaniya Koordînasyonê de ev tişt hatin gotin:
“Wekî tê zanîn, rejîma mêtînger û dagirker ya şerê taybet, ji bo ku hebûna xwe li herêmên dagirkirî bidomîne, hêzên xiyanetkar û hevkar bi awayekî herî çalak bikar tîne. Di dîroka me ya nêz de û di roja me ya îro de, li ser axa Kurdistanê, PDK’ê û dûvikên li pey wî, ji bo hêzên mêtînger û hegemonîk bûye navnîşana hevkariyê. PDK’ê ya ku veguheriye pergaleke monarşîk-kleptokratîk, li şûna ku ji bo azadî û siberoja gelê Kurd bixebite, berovajî; ew ji bo hê bêhtir axên Kurdistanê bi awayekî mayînde bên dagirkirin, dabeşkirin û parçekirin bi dagirker û mêtîngeran re bêhtir hevkarî dike û dibe alîkar.
Hevkarî û pratîka PDK’ê ya di van demên dawî de, karakterê wî bi zelalî eşkere dike û dide xuyakirin. Bi van pratîkan PDK’ê gotinên me piştrast dike. Lewra, ev partî, ji rastiya kurd û Kurdistanê veqetiya ye û qut bûye; ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî û rêxistina xwe, serî li her rê û rêbazên paşverû, derexlaqî û faşîzan dide û ev yek kiriye pergaleke stratejîk ya ontolojîk. Bi hêzên dagirker û milîtarîst re, serî li rê û rêbazên ku qet nayê bîra mirovan dide û tasfiye kirina hêz û dînamîkên kurd yên azadîxwaz, ji xwe re kiriye armanc.
Pêkanîn û nêzîkatiya PDK’ê bi taybetî li Başûrê Kurdistanê û li Şengalê, ji aliyê ti Kurdekî welatparêz û azadîxwaz ve ne pêkan e ku were fêmkirin û qebûlkirin. Ji bo alozî û şerê navbera kurd û kurd de derxîne, eşkere û servekirî bi bêyomî tevdigere, serî li dek dolaban dide û nakokiyan kûrtir dike. Ji berê ve dagirkeran hertim xwestine şer di navbera Kurd û Kurd de derînin. Niha jî ev erk ji bo PDK’ê hatiye dayîn. PDK’ê anha bi xwe bûye pêkhêner, dest û piyên vê polîtîkayê ye. Ev modela Dabeş bike-Rêve bibe li Şengalê bi awayekî minyaturîze dike û hewl dide Êzdiyan bi Êzdiyan bide kuştin. Bila baş were zanîn ku ev hevkarên xiyanetkar û pêkhênerên wan, dê di dîroka Kurdan û civaka Êzdiyan de, mîna deqeke reş were dîtin. Heta niha netewa Kurd ya ku vîna xwe li ser her tiştî re dîtiye, Kurdên azadîxwaz û bi taybetî civaka Êzidî, li dijî vê hişmendiya xiyanetkar û hevkar, hertim sekinî ye, dê hertim li dij bisekine û ji îro û şûn de dê bêhtir bi biryarî berxwe bide û têbikoşe.”