Kampanyaya ‘I Want to Visit Ocalan’ du meh li pey xwe hiştin
Kampanyaya ‘I Want to Visit Ocalan’ / ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ 5’ê Hezîrana 2025’an hate destpêkirin, du meh li pey xwe hiştin.
Kampanyaya ‘I Want to Visit Ocalan’ / ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ 5’ê Hezîrana 2025’an hate destpêkirin, du meh li pey xwe hiştin.
Kampanya piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya “Aştî û Civaka Demokratîk”, ji aliyê Forma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) ve hate destpêkirin.
EFFP’ê daxuyanî da û geşedanên piştî banga Rêber Apo bi bîr xist.
EFFP’ê diyar kir ku ew kampanyaya xwe bi biryardarî didomînin û anî ziman ku ji Ewropa heya Efrîqayê, ji Kurdistanê heya Emerîkaya Latîn wê tevlîbûneke mezin ji kampanyayê re heye.