Kahya ber bi rêwitiya dawî ve hat rêkirin

Kahya ber bi rêwitiya dawî ve hat rêkirin

Endamê Desteya Rêveber a Navendî  yê Partiya Sosyalîst a ji Nû ve Damezirandinê (SKYP) Mustafa Kahya ji aliyê bi hezaran ve ber bi rêwitiya dawî ve hat oxirkirin.

Merasîma cenazeyê endamê desteya rêveber a Navendî yê SKYP’ê  û yek ji kadroyên pêşeng ê Tevgera Rizgariyê Mustafa Kahya li pêşiya Navenda SYKP’ê hat lidarxistin.

Di merasîma cenaze de Hevserokên Giştî yên SYKP’ê Necla Kurul û Tuncay Yilmaz, Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, parlamenterên HDP’ê Ertugrul Kurkçu û Hasîp Kaplan, Seroka Giştî ya EMEP Selma Gurkan, Hevseroka Giştî ya ODP Alper Taş, Serokê Giştî yê Halkevlerî Oya Ersoy, Serokê Giştî  yê HKTP Umut Kuruç, Hevserokê Giştî yê YSGP Nacî Sonmez, Berdevkê SODAP Sevtap Akdag, Seroka Giştî ya EHP’ê Sîbel Kuruç, Hevserokê Giştî yê SDP’ê Ridvan Turan, Sekretera Giştî ya DÎSK Arzu Çerkezoglu, endamê meclîsa TTB Alî Çerkezoglu, hunermend Suavî, Sevîm Bellî, Akin Bîrdal û bi sedan kes tevlî bûn.

Di merasîma ku hevalên Kahya hesten xwe anîn ser ziman,  axaftina  yekem ji aliyê Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Nejla Kurul ve hat kirin. Kurul destnîşan kir ku Kahya bandorên girîng li daxwazên çîna karkeran, nêzîkatiya ji pirsgirêkên neteweyî re û ji Tevgera Rizgariyê re kirine û Kurul wiha dewam kir:  “Mustafa Kahya di tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê de di wezîfeyên girîng de cih girt.”

Piştî Kurul parlamenterê Mersîn ê HDP’ê Ertugrul Kurkçu axivî. Kurkçu diyar kir bi mirina Kahya re valatiyeke kûr derketiye holê û wiha dewam kir: “Ez di nav xemgîniyeke mezin de me. Dema li Kurdistanê şoreş bilind bû yek ji kesên ku meşrûiyeta wê qîr dikir Mustafa Kahya bû. Ez ji malbata wî û tevahî hevalên xwe yên rizgarîxwaz re sersaxî dixwazim.”

Paşê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş mafê axaftinê wergirt. Demîrtaş got ku Kahya şoreşgerekî bi qîmet bû, li gel têkoşîna azadiyê ya Kurd cih digirt û wiha axivî: “Ez bawer im niha li stêrkan li me temaşe dike. Lê belê herî zêde Rojava, berxwedana Kobanê temaşe dike.”

Piştî axaftinan Hevsera Kahya, Latîfe Kahya jî ku axivî, hesten xwe parve kir. Latîfe Kahya got ku Mustafa Kahya ji hevserekî zêdetir rêhevalekî şoreşger bû û wiha got: “Wek rêhevalekî wî yê şoreşger û hevalên wî ez ê bêriya wî bikim. Em ê îro li vir rê hevalekî şoreşger oxir bikin.”

Piştî merasîma cenaze tabûta Kahya ya bi ala sor pêçandî li ser milên rêhevalên wî li wesayîta cenazeyan hat siwarkirin û cenazeyê Kahya li Goristana Karşiyaka hat definkirin.