Jinên Reqayî xwe ji bo azadiyê kar dikin
Gotara Hevseroka Meclîsa Suriyeya Demokratîk Îlhamî Ehmed ku ji bo rojname Ozgurlukçu Demokrasî nivîsiye...
Gotara Hevseroka Meclîsa Suriyeya Demokratîk Îlhamî Ehmed ku ji bo rojname Ozgurlukçu Demokrasî nivîsiye...
Jinên Reqayî van 5 salên dawî pir êş kişandin. Ev êş ne tenê ji ber zilma DAIŞ’ê bû. Jixwe DAIŞ jî ji hişmendiya barbar a pergala sermiyana dewletparêz derket. Ew nêrê ku her tiş xiste destê xwe, xwe li navenda jiyanê danî û bû sedem ku rêxistinên wiha hov çêbibin. He roj êrîş bi ser jinan de bir, ew kirin meta û firotin. Beriya DAIŞ’ê jî dewleta navendî heman nêzîkatî li jinê kir û ev siyaset kir. Jin ji maneyê derxistin. Rengê reş bi darê zorê li jinê dikin û ji jinê re dibêjin tenê ev reng li bejn û bala t etê, jê wêdetir ne heqê te ye.
Ji hatina DAIŞ’ê û ji hedefbûna jinê, ji kuştina jinê heta bi metabûna jinê ev siyaset berpirs e û ya ku nirxên azadiyê binpê kirî ev e. Tê gotin jin ditirsin ku di şer de bi destê DAIŞ’ê werin kuştin. Qaşo wiha wê neçin bihiştê. A sosret ew e ku ramaneke wiha di sedsala 21’ê de derketiye holê. Di serdemeke wiha de ku behsa azadî, demokrasî û mafê mirovan tê kirin ev çanda DAIŞ’î helwesteke li dij nirxên civakî ye. Mirovahî bi hezaran salan bi paş ve xistin. Serê gelek jinên Minbic, Tebqa û Reqayî hate jêkirin. Tenê ji ber ku çend mûyê ji pora wan xuya kiriye serê jinan hate jêkirin. Mal jî kirine mekanên ku îradeya jinê lê tê kuştin.
Me texmîn dikir ku jinên Reqayê gelek êş kişandine lê dema ku me pêngava azadkirinê da destpêkirin, ji pêşwazîkirna Hêzên Sûriyeya Demoktratîk me dît ku dilê wan tije bû. Em bi bîr bînin jineke Reqayê gotibû, ‘çima hûn bi derengî ketin, ji mêj ve diviya ku ew em rizgar bikirana, gelê Reqayê bi kelecaniyekê li benda we bûn, lê hûn bi derengî ketin.’’ Çavê wê ji kêfan diçirisîn û dilê wê evîna azadiyê dikire kutekur. Min ji televizyonê ev dîmen dît. Piştî bi 2 mehan min ev jin li civînekê dît. Niha bûye hevseroka çend gundan û gel birêxistinî dike. Jin piştî ku gundên wan hatin azadkirin gotin, ‘me nizanîbû em çi bikin, me digot em derkevin derve yan na, dema ku em derdiketin derve kesî tiştek ji me re nedigot.’ Jin weke ku qutifîbûn, ji ber zextan pir tirsiyabûn.
Li Minbicê jinan çawa şoreşa civakî pêk anîbin her wiha li Reqayê jî jin şoreşa civakî pêk tînin. Mirov şaş dibin. Ya giringtîr jî, jin jidil dildara azadiyê ye û dixwaze derkeve pêş, ji qeyd û bendan rizgar bibe. Ê ku dixwazin alîkariyê bikin pêşî divê van daxwazên jinan bibîne. Ji ber ku jin bi azadiya xwe azad dibe. Bi pêngava rizgariyê jin dest xwe birêxistinê kirin. Li Tebqayê meclîs û navendên xwe ava kirin. Li hin deveran jî malên jinan ava bikin. Ev sazî ji berê ve birîng in û arîşeyên jinan çareser dikin. Li van navendan jin xwe perwerde dikir, vîna xwe qeyîm dikm. Xwe jiyanê re kar û bar dikin.
Niha em di rehetî dikarin bibêijn ku rejîmê jin ji bo berjewendiya xwe bi kar anîn. Muxalefetê jî bi heman rengî jin bi kar anîn. Hin jin hebûn ên ku bi wan re dixebitîn, dema ku li hesabê wan nehat ew tevlî nav xebatan nekirin û ew hetikandin. Her kes dixwaze jinên bêdeng bike, naxwazin ku jin bibe xwedan vîn. Ji bo ku vê tim bi çavê ‘jina malê’ li jinê dinerin da ku bikaribin pê lêb ikin. Rewşa muxalefeta ku bi digot ez ê rejîmê biguherim jî ev e.
Tecrûbeya li Bakurê Sûriyê çespand, a ku derbarê jinan xwedan proje ye û jinan tîne cem hev, wan azad dike ev e. Ev mînak li dinyayê kêm in. Tê gotin, ‘rizgariya jinên Ereb pir zehmet e.’ Rast e, ti tiştek bê berdêl nabe. Hem fedekarî û hem jî zanînê dixwaze. Em bawer dikin ku jin di rêya rast de ne û bi pêş ve diçin. Ev ê berdewam be. Li Reqayê jî jin hebû. Jinek hebû ku bi tena serê xwe li ber xwe dida, jê re ‘QSD beraz e’ û ew jî li wan zîviriye û gotiye, ‘’beraz hûn in’. Ev mînakên rast in. Navê wan teqez divê li nav dîrokê were nivîsîn.