Ji partiya desthilatdar a Fransayê Dray: Kobanê Stalingradek biçûk e

Ji partiya desthilatdar a Fransayê Dray: Kobanê Stalingradek biçûk e

Alîkarê Serokê Herêma Parîsê ya Partiya Sosyalîst (PS) a li Fransayê desthilatdar e Julian Dray, helwesta navneteweyî ya li pêşberî Kobanê bi "durûtiyê" pênase kir û got, "Kobanê Stalingradeke biçûk e."

Parlamenterê berê Julian Dray ji radyoya France Inter re axivî û nerazîbûn nîşanî "durûtiya rêxistinên navneteweyî yên ku bi têkçûna Kobanê re baş dizanin wê çi biqewime" da. Dray got, "Eger ev bajar bibe cihê serketina vê komê (DAIŞ) ev yek wê li hemberî tevahiya koalîsyona navneteweyî bibe serketinek." Alîkarê Serokê Herêma Ile-de-France ya PS, ku Parîs jî di nav de ye Dray destnîşan kir ku eger DAIŞ li bajêr bi ser bikeve, "wê hemû komên terorîst bi wan ve were girêdan."

Dray di dewama axaftina xwe de got, "Kurdên li Sûriyeyê tiştekî gelekî hêsan dixwazin. Ji bo ketina çekên giran asteng bikin, çekên antî-tank dixwazin."

Rayedarê PS Dray got, "Şerê ku kurdên li Sûriyeyê niha dimeşîne, Stalingradeke biçûk e."