Ji kujer Şahbaz ‘rondikên xapînok’
Ji kujer Şahbaz ‘rondikên xapînok’
Ji kujer Şahbaz ‘rondikên xapînok’
Polîs Ahmet Şahbaz ku Ethem Sarisuluk qetil kir di salona danişînê de got ew xemgîne û lêborînê dixwaze. Yên ku li salonê bûn jî şîroveya ‘rondikên xapînokin’ kirin.
Sêyemîn danişîna doza polîsê kujer Ahmet Şahbaz ku li Enqereyê di çalakiyên Geziyê de Ethem Şahîn qetil kir, li Edliya Enqereyê dest pê kir.
Bi pergala bi dîmen ji Rihayê îfadeya Şahbaz hat girtin û bi awayekî ku ruyê wî nayê dîtin runiştibû û kişandina dîmen ya ji dur ve bal dikişand. Her wiha Şahbaz di lêpirsîna navnîşanê de jî bersiva ‘na’ da.
Parêzerê malbata Sarisuluk, Kazim Bayraktar, da zanîn ku di dîmenan de dibe ku Şahbaz peruk û simbêl bi xwe ve kiribe û got divê ev bê kontrolkirin.
Piştî xwendina îdianameyê Şahbaz got; Ez xemgînim, lêborîna xwe dixwazim.
Danişîn didome.
LI BER EDLIYÊ DIRÛŞMEYÊN ‘DEWLETA KUJER DÊ HESAB BIDE’
Li ber edliyê bi sedan kes civiyan. Li ser navê piştevaniya Enqereyê Saît Demîr daxuyanî xwend û balkişand ser bêhiqûqiyên di dozên Geziyê de.
Demîr got dewlet di demên dawî de pir zêde êrîşkar bûne û dê Roboskê ji bîr nekin. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên ‘Me bedel da, emê bidin jî’, ‘ Heval Ethem nemire’ hat berzkirin.